Home / POLÎTÎKA / PYD bang li partiyên Kurdî kir ku bi hestê welatparêzî û biratiyê tevbigirin

PYD bang li partiyên Kurdî kir ku bi hestê welatparêzî û biratiyê tevbigirin

Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) di daxuyaniyekê de bal kişand ser erk û berpirsiyariyên partiyên siyasî yên li Başûrê Kurdistanê û girîngiya hevahengiya di navbera wan de di qonaxa siyasî ya heyî de.PYD’ê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku rewşa siyasî ya heyî berpirsiyariyeke dîrokî ya hevpar dixe ser milê her du partiyên Kurdî, da ku destkeftiyên gelê Kurd biparêzin.Herwiha bang li her du aliyan kir ku bi hestê welatparêzî û biratiyê tevbigirin û di mijarên ku eleqedarî gelê Kurd in de li ser bingeha hevfikirî û berpirsiyariya hevpar tevbigerin.