Home / POLÎTÎKA / KNK bang li yekîtiya siyasî û diyaloga berfireh dike

KNK bang li yekîtiya siyasî û diyaloga berfireh dike

Konferansa Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) di daxuyaniyekê de derbarê yekîtiya neteweyî û parastina statûya Herêma Kurdistanê de bang li aliyên siyasî kir ku ji bo çareserkirina nakokiyan û xurtkirina yekrêziya siyasî, diyalogeke berfireh dest pê bikin.KNK bi taybetî bang li Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û hemû hêzên siyasî kir ku bêyî derengî û bi hestê berpirsiyariyê û cidiyetê vegerin maseya diyalogê.Di daxuyaniyê de herwiha girîngiya hevahengî û yekîtiya di navbera hêzên siyasî de ji bo parastina berjewendiyên gelê Kurd û statûya Herêma Kurdistanê hate destnîşankirin.