Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) di daxuyaniyekê de li hemberî biryara Wezareta Xwendin û Perwerdehiyê ya hikûmeta veguhêz a Sûriyê ya kêmkirina dersên zimanê Kurdî nerazîbûna xwe nîşan da.PYD diyar kir ku kêmkirina dersên zimanê Kurdî ji bo sê caran di hefteyê de, binpêkirina mafê perwerdehiya bi zimanê zikmakî ye û bang li hikûmeta veguhêz kir ku biryara xwe ji nû ve binirxîne.Ev biryar bertekên berfireh li herêmên Kurdî derxistiye û di çend rojên borî de xwendekar, mamoste û welatiyan li bajarên Kobanê, Hesekê, Qamişlo û Dêrik xwepêşandan li dar xistine û daxwaza parastina mafê xwendin û fêrbûna bi zimanê Kurdî kirine.
PYD: Kêmkirina dersên Kurdî binpêkirina mafê perwerdehiya bi zimanê zikmakî ye









