Home / Uncategorized / Li Efrînê hin berhemên arkeolojîk ji gundê Mersewa hatin veguhastin bo embarê Endarê

Li Efrînê hin berhemên arkeolojîk ji gundê Mersewa hatin veguhastin bo embarê Endarê

Veguhastina hejmarek berhemên arkeolojîk, ku li gundê Mersewa yê girêdayî navçeya Şera ya li derûdora Efrînê hatibûn tomarkirin, berdewam in. Ev berhem ji bo lêkolîn û parastina wan li gorî pîvanên zanista arkeolojiyê, tên veguhastin bo embarê Endarê.

Di 16ê Mijdara 2026an de, Ofîsa Kevnarên Efrînê û Rêveberiya Kevnar û Muzeyên Helebê ragihandibûn ku piştî agahdariya welatiyekî derbarê hebûna van berheman li gund de, tîmek pispor bi hev re digel hêzên ewlehiyê yên hevbeş çûye cihê ku berhem lê hatine dîtin û piştre dest bi veguhastina wan kiriyeBerhemên hatine dîtin dişibin hin berhemên arkeolojîk ên ku di 22ê Tebaxa 2026an de li navçeya Bilbilê ya Efrînê hatibûn dîtin.

Di nav wan de çend kevirên goristanê û stûnek kevnar a bi nivîsên zimanê Yewnanî ya kevn hebûn, ku piştre hatibûn veguhastin bo Muzeya Neteweyî ya Helebê.Li gorî çavkaniyên herêmî, eslê berhemên ku li gundê Mersewa hatine tomarkirin vedigere cihê arkeolojîk ê Nebî Hurî (bajarê kevnar ê Sîros) li derûdora Efrînê.Herwiha, çavkaniyên taybet ragihandine ku veguhastina van berheman bo embarê Endarê bi nêzîkbûna ragihandina vekirina muzeyeke taybet a herêma Efrînê re hevdem e. Tê payîn ku di vê muzeyê de berhemên arkeolojîk ên girêdayî dîrok û mîrateya herêmê bên pêşandan.