Li gundê Matîna yê Efrînê, malbateke Kurd a nû vegeriyaye herêmê, di 5’ê Mijdarê de rastî êrîşa 5 ciwanan hatiye. Li gor agahiyan, êrîş di dikana biçûk a malbatê de pêk hatiye û yek ji êrîşkaran hewl daye ku bi kêrekê êrîşî endamên malbatê bike.Ev bûyer di demekê de pêk tê ku çar roj berî wê, di 2’ê Mijdarê de, li taxa Şêxmeqsûd a Helebê jî du birayên Kurd, Ebdo û Husên Reşad Osman, di êrîşeke çekdarî de hatin kuştin.Her du bûyer di demekê de pêk tên ku fikarên derbarê ewlehiya sivîlan û parastina malbatên Kurd li Efrîn û herêmên din zêde dibin.
Li Efrînê êrîşî malbateke Kurd hat kirin









