Endamê Konseya Rêveber a KCKê, Mustafa Karasu, di nirxandinên xwe de derbarê pêvajoya aştiyê li Tirkiyê, rewşa girtîgehên welêt, mafê hêviyê û paşeroja Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) de axivî.Karasu destnîşan kir ku pêşketina pêvajoyê bi tenê bi rawestandina şer û bêçekbûnê pêk nayê, lê pêdivî bi gavên qanûnî û demokratîk heye. Di vê çarçoveyê de, wî girîngiya çareserkirina rewşa birêz Ebdullah Ocalan, baştirkirina şertên xebata wî û naskirina rola wî di pêşxistina pêvajoyê de destnîşan kir.Wî her wiha mijara mafê hêviyê û rewşa girtiyên siyasî wekî mijarên girîng ên pêşiya pêvajoyê nirxand û bal kişand ser pêwîstiya avakirina bingeheke qanûnî ku maf û azadiyan misoger bike û rê li ber çareseriyeke siyasî û demokratîk veke.Di berdewamiya nirxandinên xwe de, Karasu behsa rewşa Şingalê û peymana entegrasyona YBŞê bi hêzên Iraqê re kir. Wî girîngiya parastina mafên civaka Êzidî û îradeya wê di biryardayîna paşeroja Şingalê de destnîşan kir û tekez kir ku çareseriyeke domdar divê mafên Êzidiyan û mafê wan ê xwedîderketina li paşeroja xwe biparêze.
Mustafa Karasu: Pêşketina pêvajoya aştiyê bi gavên qanûnî û parastina mafan ve girêdayî ye









