Home / NÛÇE / Platforma Yekîtiya Jinên Kurd 16 pêşniyarên ji bo xurtkirina yekîtiya Kurdî û parastina destkeftiyên jinan ragihand

Platforma Yekîtiya Jinên Kurd 16 pêşniyarên ji bo xurtkirina yekîtiya Kurdî û parastina destkeftiyên jinan ragihand

Platforma Yekîtiya Jinên Kurd, îro Şemiyê, daxuyaniya xwe ya dawî ya civîna ku roja Înê li Silêmaniyê, li Başûrê Kurdistanê, pêk anîbû, weşand. Di civînê de nûnerên jin ji her çar parçeyên Kurdistanê, kesayetên siyasî, çalakvan û nûnerên rêxistinên jinan beşdar bûn.

Di daxuyaniyê de 16 pêşniyar û helwest hatin ragihandin ku li ser xurtkirina yekîtiya Kurdî, hevkariyê û parastina destkeftiyên siyasî û civakî disekinin. Platformê herwiha bang li çareserkirina nakokiyên navxweyî bi rêya diyalog û demokrasiyê kir.

Daxuyaniyê piştgiriya parastina statuya destûrî ya Herêma Kurdistanê û redkirina hewildanên parçekirina wê diyar kir. Herwiha bang li avakirina hikûmeteke yekgirtî û demokratîk li Başûrê Kurdistanê kir û piştgiriya xwe ji pergala Rêveberiya Xweser a Demokratîk li Rojava re anî ziman.

Derbarê Rojhilatê Kurdistanê de, platformê li hember kampanyayên girtin û îdamkirinê li Îranê daxwaza helwesteke lezgîn kir û diyar kir ku di sala îsal de zêdetirî 700 kes hatine girtin an îdamkirin.Di derbarê mafên jinan de, platformê hemû cureyên tundûtûjî û cudakariyê red kir û li ser pêwîstiya parastina destkeftiyên Şoreşa Jinan tekez kir.

Herwiha daxwaza naskirina sûcên li dijî jinên Êzidî wekî jenosîd, darizandina berpirsiyaran, parastina mafên rizgarbûyên û telafîkirina zirarên wan kir.Di nav pêşniyarên din de, xurtkirina hevrêziyê di navbera partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl û saziyên jinan de, lidarxistina çalakiyên gelî û çandî, civînek berfireh ji bo pêşxistina pêvajoya yekîtiya Kurdî û amadekariya Konferansa Neteweyî ya Sêyemîn a Jinan a Kurd cih digirtin.

Platformê di dawiya daxuyaniya xwe de bang li hêz û aliyên Kurdî kir ku pêşniyarên hatine ragihandin veguherînin gavên pratîkî û tekez kir ku yekîtiya Kurdî û xebata hevbeş ji bo parastina destkeftiyan û gihîştina aşitî, azadî û demokrasiyê girîng in.