Home / POLÎTÎKA / PDK û YNK ji bo çareserkirina nakokiyên siyasî li hev civiyan

PDK û YNK ji bo çareserkirina nakokiyên siyasî li hev civiyan

Piştî nakokiyên di derbarê rûniştinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê û pêkanîna hikûmeta nû de, şandeyên siyasî yên PDK û YNK’ê îro li Hewlêrê civînek pêk anîn.

Di civînê de, ku nêzîkî saetek û nîvê dom kir, her du aliyan rewşa siyasî û rêyên çareserkirina nakokiyan gotûbêj kirin.Heta niha, tu daxuyaniyeke fermî derbarê encamên civînê nehatiye weşandin.

Her du şandeyan jî dê naveroka civînê pêşkêşî serkirdayetiya partiyên xwe bikin.