Bi nêzîkbûna zivistanê, bilindbûna bihayên sotemeniyê û kêmbûna hêza kirînê, malbatên Sûriyê bi zehmetiyên mezin re rû bi rû dimînin. Nirxa bermîla mazotê gihîştiye 300 dolarên Amerîkî, dema ku bihayên êzing û alternatîfên din ên germkirinê jî bilind bûne.Hikûmeta Sûriyê di Îlona borî de bihaya mazotê ji 125 bû 175 lîreyên Sûriyê yên nû ji bo her lîtrekê bilind kir. Paşê, mazoteke piştgirîkirî bi bihayê 115 lîreyî ji bo hin kom û bikaranînan, di nav de germkirin û çandinî, hat ragihandin.Li gorî texmînên aborî yên Cotmeha 2026-an, dahata mehane ya kesên kar dikin li Sûriyê di navbera 80 û 100 dolarî de ye, lê lêçûnên mehane yên malbateke pênc kesî, li gorî nîşandera Qasyûn, gihîştine 920 dolarî û herî kêm 520 dolerî ye.Bilindkirina bihayên sotemeniyê di gelek herêmên Sûriyê de bû sedema nerazîbûn û xwepêşandanan. Welatiyan daxwaza nûvekirina nirxan û berçavgirtina şertên jiyanê kirin.Ji aliyekî din ve, rewşa koçberên ku di kamp û cihên niştecîbûna demkî de dijîn, bêtir bi fikar e. Baran û lehiyên van rojên dawî hin kampan zirardar kirine û şertên jiyanê ji bo malbatên koçber zehmettir kirine.Di vê rewşê de, gelek malbat ji ber kêmbûna derfetên aborî nikarin pêdiviyên germkirinê dabîn bikin. Ji ber vê yekê, daxwaz ji hikûmetê û rêxistinên mirovî re ji bo firehkirina piştgiriyê, dabînkirina sotemeniyê û alîkariya malbatên herî pêdivîdar zêde dibe.
Zivistan li ber derî ye, lê bermîla mazotê 300 dolar e









