Li 36 gund û deverên Girê Spî, li ser milk û zeviyên Kurdan, tevî ku xwediyên wan belgeyên xwedîtiyê pêşkêş kirine, gilî û gazinên destdirêjî û desteserkirinê tên kirin.Li gorî agahiyên belavbûyî, gilî û gazin derbarê destwerdana li ser zeviyên çandiniyê, bikaranîna berhemên wan û desteserkirina hin milkên taybet de ne. Herwiha îdiayên derbarê danîna hin milkên taybet di bin çavdêriya saziya bi navê «Fona Serweriyê» de jî hene.Di vê çarçoveyê de, daxwaz ji Wezareta Navxwe ya Sûriyê û saziyên têkildar hatiye kirin ku destwerdanê bikin, gilî û gazinên xwediyên milkên wan lêkolîn bikin, berpirsiyariyan diyar bikin û mafên wan li gorî qanûnê biparêzin.Ev gilî û gazin di demekê de tên ku mijara vegera penaberên Kurd bo Girê Spî û desteserkirina nû ya mal û zeviyên wan berdewam e; bi taybetî piştî bûyerên ku di dema hewldana hin penaberan ji bo pêşkêşkirina belgeyên xwedîtiyê û daxwazkirina mafên xwe de çêbûn.
Xwediyên milkên Kurd li 36 gundên Girê Spî daxwaza parastina mafên xwe dikin









