Home / NÛÇE / Li Stenbolê ji bo Roja Cîhanî ya Kobanê çalakî hate lidarxistin

Li Stenbolê ji bo Roja Cîhanî ya Kobanê çalakî hate lidarxistin

Bi boneya Roja Cîhanî ya Kobanê, DEM partî, Kongreya Civakên Demokratîk (HDK) û Tevgera Jinên Azad (TJA) li ber Konsolosxaneya Sûriyê ya li Stenbolê daxuyaniyek çapemeniyê dan.Di daxuyaniyê de, berxwedana 134 rojan a Kobanê li dijî êrîşên DAIŞ’ê di sala 2014’an de hate bibîranîn. Her wiha, bal hate kişandin ser parastina destkeftiyên Rojava û mafên gelê Kurd li Sûriyê.Beşdarên çalakiyê her wiha daxwaza serbestberdana siyasî û hemû girtiyên doza Kobanê kirin.Çalakî bi dirûşma «Parastina Kobanê parastina mirovahiyê ye» bi dawî bû.