Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) a Rojava, di daxuyaniyekê de bi boneya 1’ê Mijdarê, girîngiya parastina destkeftiyên Kobanê û berpirsiyariya hemû Kurdan di vê mijarê de destnîşan kir.KNK’ê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser berxwedana Kobanê û rola wê di guhertina têgihiştina siyasî û leşkerî de, herwiha tekezî li ser beşdariya jinên Kurd û rola wan di vê berxwedanê de kir.Di daxuyaniyê de hate gotin ku berxwedana Kobanê bûyereke girîng a dîrokî bû û yekîtiya neteweyî ji bo parastina destkeftiyên wê girîng e.KNK’ê herwiha bang li hemû Kurdan kir ku ji bo parastina van destkeftiyan û domandina wan hevkariya xwe xurt bikin.
KNK: Parastina destkeftiyên Kobanê berpirsiyariya hemû Kurdan e









