Home / NÛÇE / Kobanê, sembola berxwedanê li dijî DAÎŞ’ê

Kobanê, sembola berxwedanê li dijî DAÎŞ’ê

Bi boneya Roja Cîhanî ya Berxwedana Kobanê, pêkhateyên Hesekê berxwedana bajarê Kobanê li dijî êrîşên rêxistina DAÎŞ’ê bi bîr anîn û girîngiya parastina bîranîna wê ya dîrokî û civakî tekez kirin.Di daxuyaniyê de, berxwedana Kobanê wekî semboleke berxwedanê li hemberî terorê hate nirxandin û bang li parastina mîrata dîrokî ya bajêr, belgekirina binpêkirinên li dijî sivîlan û rêzgirtina bîranîna kesên ku di vê berxwedanê de jiyana xwe ji dest dane, hate kirin.Kobanê piştî 134 rojan şer û berxwedanê, di 26’ê Çileya 2015’an de ji destê DAÎŞ’ê hat rizgarkirin.