Home / NÛÇE / Petrola Dêrezorê ber bi Tirkiyeyê ve tê veguhestin, gelê Sûrî jî bi krîza sotemeniyê re rû bi rû ye

Petrola Dêrezorê ber bi Tirkiyeyê ve tê veguhestin, gelê Sûrî jî bi krîza sotemeniyê re rû bi rû ye

Di demekê de ku bilindbûna nirxên sotemeniyê zextê li ser jiyana malbatên Sûriyeyê zêde dike , rojane nêzîkî 150 tankereyên tijî petrol ji zeviyên El-Omer û Et-Tenekê yên li parêzgeha Dêrezorê ber bi Tirkiyeyê ve tên şandin. Di heman demê de, gelek malbat ji ber nebûna mazotê û bilindbûna nirxê wê nikarin sotemeniyê peyda bikin û ji bo germkirina malên xwe di zivistanê de bi zehmetiyan re rû bi rû dimînin.Li gorî agahiyên belavbûyî, Firqeya 76’an a artêşa Sûriyeyê, bi fermandariya Qusay Bolat, birayê Seyif Bolat, di dema derbasbûna tankereyan de ewlekarî û parastina wan peyda dike. Ev veguhestin bi rêgezekî rêxistinkirî û di bin parastina çekdarî de pêk tê.Di derbarê aliyên ku di vê veguhestinê de xwedî rol in de jî îdiayên girêdana hin şîrketan bi Bilal Erdogan, kurê Serokê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan, û Tom Barrack, balyozê Amerîkayê li Tirkiyeyê û nûnerê taybet ê serokê Amerîkayê ji bo Sûriye û Iraqê, tên kirin.Veguhestina rojane ya van tankereyan, li gel krîza sotemeniyê û zehmetiyên aborî yên ku gelê Sûrî pê re rû bi rû ye, pirsan derbarê rêya belavkirina petrola welêt û sûdên ku ji vê çavkaniyê tên bidestxistin, derdixe holê. Ji aliyekî ve petrol ji herêmên hilberînê ber bi derveyî welêt ve tê şandin, ji aliyê din ve gelek malbat ji ber nebûna mazotê an nebûna şiyana kirîna wê, di peydakirina germê de bi zehmetiyan re rû bi rû ne.