Home / NÛÇE / Kurdên Êzîdî yên rizgarbûyî li Berlînê şahidiya sûcên DAIŞê didin

Kurdên Êzîdî yên rizgarbûyî li Berlînê şahidiya sûcên DAIŞê didin

Nêzîkî 30 kes ji Kurdên Êzîdî yên rizgarbûyî, li bajarê Berlînê, şahidiya sûcên ku çekdarên DAIŞê di sala 2014an de li dijî wan kirine, didin.Di vê çalakiya sêrojî de, rizgarbûyî behsa kuştin, îşkence, destdirêjî û kolekirina ku di êrîşa DAIŞê ya li ser Şingalê de pêk hatine, dikin.Heft dadwer û pisporên navneteweyî şahidiyan guhdarî dikin. Di nav wan de Xwedîxelata Aştiyê ya Nobelê ya sala 2026an, Navanethem Pillay, jî heye.Her wiha, seroka komîteyê Helena Kennedy bang li Neteweyên Yekbûyî kir ku ji bo darizandina berpirsên sûcên li dijî civaka Êzidî dadgeheke navneteweyî ya taybet ava bike.Di êrîşa DAIŞê ya Tebaxa 2014an de li Şingalê, nêzîkî 5 hezar Êzidî hatin kuştin û zêdetirî 6 hezar û 400 kes hatin revandin. Her wiha çarenivîsa hejmareke mezin ji jin û zarokên Êzidî yên revandî hîn jî ne diyar e.