Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê careke din bal kişandiye ser dosyeya girtiyên Kurd ên di girtîgehên Hikûmeta veguhêz de û daxwaza eşkerekirina çarenûsa wan kir.Li gorî raporên berê yên Çavdêriyê, zêdetirî 2 hezar û 200 girtiyên Kurd di girtîgehên cuda yên Sûriyeyê de tên ragirtin. Di nav wan de zêdetirî 1 hezar û 500 kes ji Efrînê û nêzîkî 700 kes ji Kobanê û Qamişloyê hene. Ev hejmar li gorî şahidiyên hin kesên ku ji girtîgehan hatine berdan, hatiye ragihandin.Çavdêriyê her wiha di raporên xwe de behsa îdiayên îşkence, muameleya xirab û şertên giran ên girtinê kir. Li gorî van agahiyan, hin girtiyan di dema ragirtina xwe de rastî destdirêjiyên laşî û derûnî hatine.Di vê çarçoveyê de, daxwaz ji aliyên têkildar tê kirin ku nav û cihên hemû girtiyên Kurd eşkere bikin, derbarê rewşa wan a tenduristî û qanûnî de agahî bidin û mafê wan yê têkiliyê bi malbatên xwe re misoger bikin. Her wiha, daxwaza berdana girtiyan û zelalkirina çarenûsa kesên ku hîn jî agahî li ser wan tune ye, berdewam dike.
Çarenûsa girtiyên Kurd di girtîgehên Hikûmeta veguhêz de ne diyar e









