Rêveberiya Xweser ji North Press re: Piştî zêdebûna bûyerên bapêşê di nav xwendekaran de, dibistan dê werin rawestandin

Karbidestekî Rêveberiya Xweser roja Sêşemê ji North Press re got ku piştî zêdebûna bûyerên bapêşê di nav xwendekaran de, dibistan dê werin rawestandin.

Wî zêde kir ku civînek hevbeş di navbera rayedarên Tenduristî û Perwerdehiyê de tê lidarxistin, da ku li ser çawaniya çareserkirina belavbûna bapêşê ya berfireh nîqaş bikin.

Wî rave kir ku dibistan dê werin rawestandin da ku pêşî li belavbûna vîrusê di nav xwendekaran de, nemaze yên biçûk, were girtin.

Wî destnîşan kir ku di dema rawestandinê de dibistan dê werin temîzkirin, dê daxuyaniyek di derbarê rêjeyê û giraniya bapêşê de were dayîn.

Berê di heman rojê de, bijîşkek li Nexweşxaneya Kobanî ji North Press re got ku di hejmara bûyerên baûêşê yên “H3N2” de zêdebûnek çêbûye, destnîşan kir ku hejmara nexweşên zarok û pîr ên ku rojane serdana nexweşxaneyê dikin di navbera 900 û 1000 bûyeran de ye.

Medya herêmî ragihand ku Nexweşxaneya Gel a li Dêrikê (el-Malikiyê) rojane zêdetirî 200 bûyeran bi nîşanên bapêşê yên vîrusî werdigire.

Mijarên Girêdayi

Back to top button