Nêzî 1,700 şervanên ji Efrînê ji bo beşdarbûna perwerdeyên leşkerî ber bi Şamê ve çûne. Li gorî agahiyên belavbûyî, piştî temamkirina perwerdeyan, dê ev şervan li herêma Efrînê bi cih bibin.Ev pêşveçûn di çarçoveya pêvajoya entegrasyona hêzên leşkerî û ewlehiyê di nav saziyên dewleta Sûriyê de tê nirxandin. Pêvajoyeke ku li ser bingeha lihevkirinên di navbera hikûmeta demkî ya Sûriyê û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) de dimeşe.Di vê derbarê de, di 25ê Tebaxa 2026an de, fermandarê giştî yê QSD’ê, Mezlûm Ebdî, ragihandibû ku QSD dê wekî hêzeke leşkerî ya serbixwe nemîne û weke lîwayên di Artêşa Sûriyê de bên entegrekirin.
Nêzî 1,700 şervanên Efrînê ji bo perwerdeya leşkerî ber bi Şamê ve çûn









