Dadgeha Şoreşê ya Tehranê, ciwanekî Kurd ê 21 salî bi navê Umran Emanî bi îdamê ceza da.Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Hengawê, Emanî di dema xwenîşandanên li Îranê de hatibû desteserkirin û niha li Girtîgeha Feşafûyeyê ye. Ew bi sûcê «Moharebe» hatiye tawanbar kirin. Ev têgeh di qanûnên Îranê de bi bikaranîna çekan, tehdîdkirina jiyana mirovan û xeterxistina ewlehiya giştî ve girêdayî ye.Xwenîşandanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê di 28ê Kanûna Pêşîn a 2025an de dest pê kiribûn. Li gorî amarên Ajansa Çalakvanên Mafên Mirovan a Îranê (HRANA), 53 hezar û 552 xwenîşander li bajarên cuda hatine desteserkirin.Desthilata Dadweriyê ya Îranê jî berê ragihandibû ku ji bo hin kesên hatine desteserkirin cezayên îdamê hatine dayîn û dê ev cezayên bi lez bên bicihanîn.
Ciwanekî Kurd ê 21 salî li Îranê bi îdamê hate cezakirin








