Home / NÛÇE / Vegera koçberên Kurd bo Girê Spî û parastina milkên wan hate nîqaşkirin

Vegera koçberên Kurd bo Girê Spî û parastina milkên wan hate nîqaşkirin

Mijara vegera koçberên Kurd bo Girê Spî û destdirêjiyên li ser milkên wan, di civîneke bi beşdariya Parêzgarê Reqa de hate nîqaşkirin. Di civînê de girîngiya dabînkirina vegereke ewle û parastina mafên xwediyên milkên wan hate tekez kirin.Ev civîn piştî bûyerên 26ê Cotmehê pêk hat, dema ku komeke ji koçberên Kurd, ji bo îsbatkirina xwedîtiya mal û erdên xwe çûbûn Girê Spî, rastî destdirêjiyan hatin û nêzî 20 wesayîtên wan hatin şikandin û şewitandin.Her wiha, zêdetirî 100 malbat, di nav de jin û zarok, ji ber alozî û metirsiya ewlehiyê demekê li avahiya rêveberiya herêmê man.Koçberên Kurd daxwaz dikin ku ewlehiya wan bê misoger kirin, rê li pêşiya vegera wan a dilxwazî û bi rûmet bê vekirin, zirarên gihîştine milkên wan bên telafîkirin û kesên berpirsiyar ên destdirêjiyan bên darizandin.