Li Efrînê, şîrketa «Îktifa» ya girêdayî Sondoqa Serweriya Sûriyê, tevî hebûna hin xwediyên zeviyan, dest bi berhevkirina berhemên çandiniyê kiriye. Ev yek nerazîbûna cotkaran derbarê binpêkirina mafên wan ên milkdariyê û bingeha qanûnî ya vê pêvajoyê derxistiye holê.Li gorî agahiyan, hin zeviyên zeytûnan li deşta Kitxê û navçeyên Mabeta û Rajo bê razîbûna xwediyên wan hatine berhevkirin. Her wiha, di dosyaya milkên cemidî de, rêjeya berhemên ku ji cotkaran tê standin ji 35% ketiye 20%.Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê destnîşan dike ku bingeha qanûnî ya van tedbîran hîn bi awayekî eşkere nehatiye ravekirin. Ev rewş pirsên derbarê mafê xwedîtiyê, parastina milkên kesane û mafê cotkaran yê sûdwergirtina ji berhemên zeviyên xwe radike.
Berhevkirina berhemên zeviyên cotkaran li Efrînê nîqaşan derdixe holê









