Li gorî raporên medya herêmî, şeva borî, li taxa Firdûsê ya Helebê, piştî pevçûneke girseyî ku tê de amûrên tûj hatine bikaranîn, gelek kes bi birînên cûrbecûr birîndar bûn.
Ev pevçûna li taxa Firdûsê piştî ku zilamek serjêkirî hate dîtin, derket û di encamê de gelek kes birîndar bûn.
Hêjayî gotinê ye ku di heman rojê de, cenazeyê endamekî Wezareta Parastinê, ku ji aliyê êrîşkarên nenas ve hatibû gulebarankirin, hatibû dîtin.









