Li gorî raporên medya herêmî, derengiya şevê, Xedban Ebû Cafer, endamê Firqeya 74emîn a Wezareta Parastinê, li gundê Cûba Berxal, li devera Qardeha ya gundewarê Laziqiyê, di pevçûnekê de bi çekdarên nenas re birîndar bû.
Sedemên pevçûnê û nasnameya çekdaran hîn jî nayên zanîn, ne Wezareta Parastinê û ne jî Wezareta Karên Hundir derbarê bûyerê de daxuyanî dane.









