Piştî guhertinên siyasî û rêveberî yên li Sûriyê, pêşeroja pergala perwerdehiyê û mafên zimanî yên pêkhateyên civakê bûye mijara nîqaşên berfireh. Di vê çarçoveyê de, perwerdehiya bi zimanê Kurdî û mafê xwendekarên Kurd ji bo xwendina bi zimanê dayikê, wek yek ji mijarên sereke yên girêdayî pêşeroja perwerdehiyê derdikeve pêş.Perwerdehiya bi zimanê dayikê tenê daxwazeke siyasî nîne, lê mafekî bingehîn ê zimanî û çandî ye ku di belge û peymanên navneteweyî de cihê xwe digire. Li gorî prensîbên mafên mirovan, dewlet divê mafê komên zimanî biparêze û derfetên hînkirin û fêrbûna bi zimanê dayikê ji wan re peyda bike. Ji ber vê yekê, mafê perwerdehiya bi Kurdî divê wek beşek ji mafên bingehîn ên xwendekaran were dîtin, ne wek mijareke ku li gorî guhertinên siyasî were kêmkirin an jî paşguhkirin.Di aliyê din de, nîqaşên derbarê amadekirina dersnameyên nû yên Sûriyê de metersî derbarê bandora nêrîn û siyasetan ên Tirkiyeyê li ser pergala perwerdehiyê zêde dikin. Ev metersî bi taybetî li ser naveroka dersnameyên dîrokê û cihê ku ji dîrok, çand û nasnameya Kurdan re tê dayîn, têne rawestandin. Herwiha, fikra ku dersname bi awayekî yekalî bên amadekirin û dîroka hin pêkhateyan kêm were nîşandan, dikare nîqaşên derbarê wekhevî û nûnertiya hemû pêkhateyan di perwerdehiyê de kûrtir bike.Di vê çarçoveyê de, berpirsiyariya hikûmeta Sûriyê û Wezareta Perwerde û Hînkirinê di çareserkirina dosyaya perwerdehiya bi Kurdî de girîng e. Pejirandina dersnameya Kurdî, diyarkirina statûya wê di pergala perwerdehiyê de û misoger kirina mafê xwendekaran ji bo domandina xwendina bi zimanê xwe, ji mijarên ku li bendê biryareke zelal û çareseriyeke fermî ne. Herwiha, divê rewşa xwendekarên ku di salên borî de bi Kurdî xwendine bê hesibandin, da ku di dema veguhestina pergala perwerdehiyê de bi astengiyên zêdetir re rû bi rû nemînin.Her çend biryarnameya jimare 13’an a sala 2026’an nasnameya çandî û zimanî ya Kurdan nas dike û ji bo hînkirina zimanê Kurdî wek dersa bijartî derfetê peyda dike, lê ev yek bi tena serê xwe bersiva daxwazên derbarê perwerdehiya bi Kurdî de nade. Ji ber ku hînkirina Kurdî wek dersa bijartî ji perwerdehiya bi vî zimanî re wekhev nîne; daxwaza sereke ew e ku zimanê Kurdî di hemû astên xwendinê de wek zimanekî perwerdehiyê were nasîn û bikaranîn.Ji aliyê civakî ve jî, pirrengiya zimanî û çandî ya Sûriyê hewce dike ku di naveroka dersnameyan de hemû pêkhateyan bi dîrok û çanda xwe re bên nîşandan. Ji ber vê yekê, hebûna dîrok û çanda Kurdî di dersnameyên Sûriyê de ne tenê mijareke zimanî ye, lê girêdayî mafê nûnertiya çandî û nasnameya hemû pêkhateyan di avakirina bîra dîrokî ya welêt de ye.Di encamê de, pêşeroja perwerdehiya bi zimanê Kurdî dê bibe yek ji pîvanên girîng ên nîşandana nêzîkatiya pergala nû ya Sûriyê li hember pirrengiya civakê. Pejirandina mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê, parastina dîrok û çanda Kurdan û wekhevî di derbarê hemû ziman û pêkhateyan de, dikare bibe bingeha avakirina pergaleke perwerdehiyê ya ku li ser bingehên maf, wekhevî û hevjiyana civakî hatiye avakirin.
Pêşeroja perwerdehiya bi Kurdî li Sûriyê û metirsiya vegera siyaseta paşguhkirinê









