Endamê Wezareta Parastina Sûriyê li bajarê Minbicê, li gundewarê Helebê, bi guleyên sîqustê hate kuştin.
Li gorî çavkaniyan, leşkerê bi navê Husam Ehmed el-Salih el-Hecî, dema ku li xaleke leşkerî ya kontrolê li Minbicê nobedariyê dikir, hate kuştin.
Ev duyemîn kuştina di rojekê de ye, piştî kuştina leşkerekî din li bajarokê El-Ra’î, li gundewarê Helebê.









