Home / NÛÇE / Du kamp li Hewlêr û Koye rastî êrîşan hatin

Du kamp li Hewlêr û Koye rastî êrîşan hatin

Li Herêma Kurdistanê, du kamp li Hewlêr û navçeya Koye bûne armanca êrîşan.Li gorî agahiyên hatine ragihandin, êrîş li dijî Kampa Cêjnîkan a li ser bi Hewlêrê û Kampa Azadî ya li navçeya Koye pêk hatine.

Heta niha hûrguliyên derbarê çawaniya êrîşan, cureya çekên hatine bikaranîn û aliyên berpirsiyar ên van bûyeran nehatine eşkerekirin.Her wiha, agahiyên fermî yên derbarê zirarên maddî û mirovî û hejmara kesên birîndar de hîn nehatine eşkerekirin.

Hêjayî gotinê ye ku ev êrîş li dijî her du kampan di demekê de pêk tên ku ewlehiya Herêma Kurdistanê careke din dike mijara nîqaşan. Lê ji bo zelalkirina encamên van bûyeran, hîn agahiyên fermî û piştrastkirî nehatine weşandin.