Home / NÛÇE / Civînek li Qamişlo li ser tundûtûjiya li dijî jinan hate lidarxistin

Civînek li Qamişlo li ser tundûtûjiya li dijî jinan hate lidarxistin

Îro, 24ê Mijdarê, li bajarê Qamişlo civînakeke diyalogê bi hevbeşiya Meclisa Jinan a Kongreya Îslama Demokratîk û Rêxistina Sara ya li dijî tundûtûjiya li ser jinan hate lidarxistin. Di civînê de kesayetiyên olî û nûnerên saziyên cuda jî amade bûn.

Di civînê de mijara tundûtûjiyê ji aliyên olî, hiqûqî û siyasî ve hate nîqaşkirin. Beşdaran bal kişandin ser cureyên cuda yên tundûtûjiyê, di nav de gefxwarin, heqaret, cudakarî, kêmbûna parastina hiqûqî û dûrxistina jinan ji cihên biryardayînê.

Beşdarên civînê herwiha li ser girîngiya xurtkirina mekanîzmayên parastina jinan, misoger kirina berpirsiyariyê li hemberî tundûtûjiyê û dabînkirina beşdariya wan di jiyana giştî û qadên biryardayînê de rawestiyan.