Serokwezîrê Iraqê, Elî Falih el-Zeydî, komek tedbîrên nû yên ewlehî û îdarî ragihand ku armanca wan kontrolkirina derbasbûna petrolê û pêşîgirtina li qaçaxçîtiya berhemên petrolê ye. Di nav van biryaran de girtina hemû dergehên nefermî yên sînorî bi welatên cîran re, tevî yên li Herêma Kurdistanê, cih digire.
Li gorî daxuyaniya berdevkê Serfermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar, Sebah el-Numan, Fermandariya Hêzên Sînorê dê berpirsiyariya girtina dergehên nefermî bistîne. Herwiha, Wezareta Parastinê dê rêyên nefermî yên ku parêzgehên Diyala, Selahaddîn, Kerkûk û Nînewa bi Herêma Kurdistanê ve girêdidin bigire.
Di heman demê de, rêveberiya deriyên sînorî yên Herêmê dê ji aliyê Desteya Deriyên Sînorî ya federal ve bê wergirtin.Di aliyê petrolê de, hikûmeta Iraqê ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê xwestiye ku hinartina petrola xav û berhemên petrolê tenê bi destûra Wezareta Petrolê ya federal were kirin.
Li gorî biryaran, Wezaret dê rêveberiya zeviyên petrolê yên xwe li çar parêzgehên Diyala, Kerkûk, Selahaddîn û Nînewa bigire ser xwe, di heman demê de Polîsên Enerjiyê dê berpirsiyariya parastin û çavdêriya wan bistînin.Tedbîrên ragihandî tenê bi aliyê sînorî û petrolê ve sînordar nebûne; hikûmetê hin guhertinên di nav rêveberiya ewlehî û saziyên petrolê de jî kirine. Di vê çarçoveyê de, serokê Desteya Deriyên Sînorî û fermandarên Operasyon û Polîsên Kerkûkê ji erkên xwe hatine rakirin.
Herwiha, karê rêveberê giştî yê Şirketa Petrolê ya Bakur û cîgirên wî heta bidawîbûna lêkolînan hatiye rawestandin.Ji aliyê din ve, dosye û binpêkirinên têkildarî vê mijarê dê ji dozgerî û Desteya Paqijiyê re bên şandin. Herwiha, peymanên firotina berhemên petrolê û rêbazên dabînkirina petrola xav ji bo rafîneriyan dê bên vekolîn û kontrolkirin.
Di nav tedbîrên din de, avakirina pergaleke dîjîtal ji bo şopandina xetên petrolê, danîna amûrên pîvandina elektronîkî li ser bîran û xurtkirina çavdêriya li ser kalîte û tevgera berhemên petrolê jî hene.Ev biryar piştî destpêkirina lêkolînan li ser îdiayên qaçaxçîtiya berhemên petrolê di Şirketa Petrolê ya Bakur de hatine ragihandin. Biryaran bandorê li rêveberiya deriyên sînorî, tevgera petrolê û erkên hin saziyên federal û herêmî dikin.









