Home / NÛÇE / Li Kerkûkê di navbera xwepêşander û hêzên ewlehiyê de alozî derket

Li Kerkûkê di navbera xwepêşander û hêzên ewlehiyê de alozî derket

Êvarê roja Duşemê, 2ê Mijdara 2026an, di dema xwepêşandanên li taxa Penca Elî ya Kerkûkê de, di navbera xwepêşanderan û hêzên ewlehiyê de alozî derket.Xwepêşander ji bo daxwaza kêmkirina bihayê elektrîka jeneretoran li kolanan derketin. Piştî daxuyaniyeke Rêveberiya Polîsan a Kerkûkê, alozî careke din zêde bû û hêzên ewlehiyê hewl dan xwepêşanderan belav bikin.Di dema bûyerê de di navbera her du aliyan de pevçûn derketin. Her wiha, li gorî agahiyên Rojnewsê, hin rojnamevan jî di dema aloziyê de rastî êrîşan hatin.