Zanîngeha Kobaniyê redkirina biryara Wezareta Xwendina Bilind a Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê ya girêdana wê bi Zanîngehên Heleb û Firatê piştrast kir. Zanîngeh daxwaza parastina serxwebûna xwe ya akademîk, rêzgirtina ji nasnameya xwe ya zimanî û çandî, û tevlîkirina xwendekar, fakulte û karmendên rêveberiyê di biryarên derbarê pêşeroja xwe de dike.Di daxuyaniyekê de, zanîngehê tekez kir ku her biryarek krîtîk a derbarê pêşeroja xwe de divê bi şêwirmendiya fermî bi saziyên xwe yên akademîk û rêveberiyê re were dayîn, bi pabendbûna bi pîvanên zanistî û saziyî yên ku kalîteya perwerdehiyê garantî dikin û berjewendiyên xwendekaran diparêzin.Zanîngehê tekez kir ku pêwîst e her pêşveçûn an hevkariya akademîk a pêşerojê li ser diyalog, têgihîştin û lihevkirinê were damezrandin, di heman demê de nasnameya zanîngehê û taybetmendiya wê ya çandî û zimanî were parastin.Zanîngehê zelal kir ku helwesta wê ne li dijî Zanîngeha Helebê an jî ti saziyek din a perwerdehiyê ye, û ne jî redkirina hevkariya akademîk nîşan dide. Berevajî vê, ew ji pabendbûna wê ya parastina nasnameya xwe û serxwebûna biryarên xwe, û redkirina her guhertinek bingehîn a ku bêyî razîbûna wê li ser wê tê ferzkirin derdikeve. Di daxuyaniyê de tekez hat kirin ku divê pêşeroja saziyên perwerdehiyê li ser bingehên zanistî û akademîk, dûrî guhertinên siyasî, were avakirin, bi berçavgirtina ku serxwebûna zanîngehê û rêzgirtina ji nasnameya wê re bingeha her pêvajoyek perwerdehiyê ya serketî pêk tîne.
Zanîngeha Kobanê rêzgirtina ji nasnameya xwe ya zimanî û çandî wekî şertek ji bo her hevkariya akademîk destnîşan dike









