Piştî çend salan ji koçberiya zorê, vegera niştecihên Serêkaniyê hîn jî bi gelek astengiyan re rû bi rû ye. Her çend hejmarek ji koçberan vegeriyane herêmên xwe, lê gelek malbat hîn li kampan dimînin û li benda peydakirina şertên guncaw ji bo vegereke ewle ne.
Ji destpêka karwanên vegerê di 10ê Tebaxa 2026an de heta 20ê Mijdarê, nêzî 4 hezar kes vegeriyane herêmên xwe, lê zêdetirî 10 hezar kes hîn li benda vegerê ne.
Jwan Îso, çalakvanê hiqûqî û berpirsiyarê Komîteya Koçberên Serêkaniyê, destnîşan kir ku dagirkirina hin malên sivîlan, zirara gihîştî milkên kesane û kêmbûna karwanên vegerê ji astengiyên sereke yên li pêşiya vegerê ne.Her wiha, ji bo pêkanîna vegereke ewle û bi rûmet, pêwîstiya vala kirina malên dagirkirî, vekirina rêyên sereke û dabînkirina şertên ewlehî û jiyana rojane heye.
Li aliyê din, 572 malbatên ji Serêkaniyê li Kampa Newroz a derdora Dêrikê dimînin û ji bo vegerê li benda şertên ewlehiyê, xizmetên bingehîn û alîkariya mirovî ne.Bi vê yekê, vegera koçberên Serêkaniyê tenê bi veguheztina wan ji kampan ber bi bajar û gundên wan ve pêk nayê, lê dabînkirina ewlehiyê, vegerandina mal û milkên kesane û peydakirina şertên jiyanê jî ji şertên sereke yên vegereke domdar in.









