Çavdêriya Sûrî: Rageşiya ewlehiyê li gundewarê Qerdeha û Kesek di pevçûnên bi Ewlekariya Giştî re hat kuştin.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku gundê El-Dayrûna li gundewarê Qerdehe yê Parêzgeha Laziqiyê duh êvarê piştî ku erebeyeke Ewlekariya Giştî ketin gund û bi ser mala girtiyekî berê di girtîgeha Sednayayê de bû, rastî rageşiya ewlehiyê ya dijwar hat. Piştî ku rejîma berê hat hilweşandin , ji nû ve girtîgeh hatin vekirin, ew jî hatibû berdan. Ew bi dizî û revandinê hatibû tawanbarkirin.
Li gorî Çavdêriyê, di navbera hêzên ewlehiyê û gundiyan de pevçûn derketin, di encamê de kesek hat kuştin û raporên kuştina yekî din jî hene. Hêzên ewlehiyê bêserûber gule li malan reşandin, di heman demê de hêzên leşkerî piştgirî anîn herêmê û raporên girtina hejmarek sivîlan jî hene.
Çavdêriyê rave kir ku pevçûn, bû sedema derketina agir li daristanên Qardaha-Deyrona, û agir nêzîkî deverên niştecihbûnê bûye, û di nav niştecihan de tirs çêkiriye.
Çavdêriyê destnîşan kir ku di 5ê Tebaxê de, endamekî Ewlekariya Giştî û kesekî din di encama teqîna bombeyekê de dema ku kesekî êrîşî xaleke kontrolê ya ewlehiyê li herêma Qardaha kir, hatin kuştin û endamekî ewlehiyê bi giranî birîndar bû.
Li beramberî wê, çavkaniyên herêmî red kirin ku êrîşkar ji herêmê ye, her wiha rayedarên ewlehiyê bi belavkirina çîrokên ku “tu bingeha wan di rastiyê de tune” tawanbar kirin.



