Home / NÛÇE / Wittkopf û Kushner dê di rojên pêş de serdana Moskow û Kyivê bikin

Wittkopf û Kushner dê di rojên pêş de serdana Moskow û Kyivê bikin

Çavkaniyek roja Înê ji ajansa nûçeyan a Rûsî TASS re got ku nûnerên Amerîkî Steve Wittkopf û Jared Kushner plan dikin ku di rojên pêş de serdana Moskow û Kyivê bikin wekî beşek ji hewildanên ji bo vejandina danûstandinên li ser şerê li Ukraynayê.

Çavkaniyê agahdariya di derbarê serdanan de piştrast kir lê tarîxek taybetî an hûrguliyên di derbarê rojeva hevdîtinên pêşbînîkirî de eşkere nekir.

Di vê çarçoveyê de, Serokê Rûsyayê Vladimir Putin diyar kir ku Moskow û Kyivê bi taybetî bi rêya ajansên xwe yên ewlehî û îstîxbaratê têkiliyê didomînin, lê destnîşan kir ku hîn ne diyar e ka ev kanal çiqas beşdarî çareserkirina pevçûnê dibin.

Ji aliyê xwe ve, Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky hêviya xwe anî ziman ku di rojên pêş de Wittkopf û Kushner li Kyivê pêşwazî bike da ku hewldanên dîplomatîk ên armanc dikin ku şer bi dawî bikin, ku niha ji çar salan zêdetir dom kiriye, ji nû ve dest pê bikin.

Ev serdanên pêşbînîkirî di demekê de tên ku danûstandinên di navbera Rûsya û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê de di derbarê şerê Ukraynayê de rawestiyane, di heman demê de Wittkopf û Kushner di hewldanên dîplomatîk ên têkildarî şerê bi Îranê re jî beşdar in. Berdevkê Kremlinê Dmitry Peskov berê gotibû ku Wittkov û Kushner li Moskowê “her tim mêvanên bi xêr hatî” ne, û destnîşan kiribû ku ew bi rayedarên Rûsî û Serok Putin re di têkiliyê de ne, bêyî ku tarîxek ji bo serdana nûneran diyar bike.