Home / NÛÇE / Sûriyê li Pêşangeha Navneteweyî ya Şamê Peymanên Bi Nirxa 935 Milyar Lîre Îmze Kirin

Sûriyê li Pêşangeha Navneteweyî ya Şamê Peymanên Bi Nirxa 935 Milyar Lîre Îmze Kirin

62emîn Pêşangeha Navneteweyî ya Şamê (28ê Tebaxê – 5ê Îlonê, 2025) bi beşdarbûnek rekord a 2.26 milyon mêvan bi dawî bû, di heman demê de nirxa peyman û rêkedtinên ku hatine îmzekirin ji 935 milyar Lîre Sûrî derbas bû.

Rêveberê Saziya Sûrî ya Bazar û Pêşangehên Navneteweyî, Mihemed Hemze, got ku zêdetirî 800 şîrket ji Sûriyê û 44 welatên Erebî û biyanî beşdarî pêşangehê bûne. Wî destnîşan kir ku rêjeya mêvanên xwecihî gihîştiye %96, li gorî %4 ji derveyî welêt.

Wî zêde kir ku pêşangehê bi rêya xercên geştiyariyê û çalakiyên têkildar, ji bilî peydakirina derfetên kar ên demkî û daîmî û çalakirina beşên xizmetguzariyê yên wekî veguhastin, otêl û xwaringehan, aboriya herêmî bi zêdetirî 120 mîlyon dolarî, xistiye tevgerê.

Tagged: