Home / NÛÇE / Siyasetmedarê Sûrî Hesen Ebdul Ezîm jiyana xwe ji dest da

Siyasetmedarê Sûrî Hesen Ebdul Ezîm jiyana xwe ji dest da

Şam- Hesen Ebdul Ezîm, yek ji siyasetmedarên Sûrî yên navdar û yek ji rêveberên Desteya Hevrêziya Niştimanî, îro Şemî li Şamê bi temanê 93 salî jiyana xwe ji dest da.

Ebdul Ezîm kesayetiyekî girîng e di nav opozîsyona navxweyî ya Sûriyê de, bi salan wekî Hevrêzkarê giştî yê Desteya Hevrêziya Niştimanî ya Guhertina Demokratîk xebitî. Wî di salên krîzê de çalakiya xwe ya siyasî ji hundirê welêt berdewam kir û parêzvanekî pêşeng ê çareseriyek siyasî û diyalogê bû.