Wezareta Parastina Rûsya ragihand ku hêzên wê li Derya Reş, başûr û rojhilatê Odessa, du keştîyên barhilgir ên Ukranya hedef girtine dema ku ew kelûpelên leşkerî diguhêzin. Wezaretê piştrast kir ku ew ê êrîşên li ser keştiyên ku li ser navê artêşa Ukranya dixebitin bidomînin.
Di daxuyaniyekê de, wezaretê got ku êrîş bi karanîna dronan hatine kirin û her du keştî dema ku ew li Deryaya Reş bûn hedef girtine. Wê destnîşan kir ku keştî alav û kelûpelên leşkerî ji bo hêzên Ukranya diguhêzin.
Wezaretê zêde kir ku roja Çarşemê, hêzên Rûsyayê êrîşên rastîn pêk anîn ku navendên lojîstîkê, atolyeyên çêkirina dronên dûr-menzîl û tesîsên wan ên depoyê li paytexta Ukraynayê, Kyiv û derdora wê hedef girtine. Her wiha sê keştîyên barhilgir ên din li başûrê Odessa hedef girtine, ku li gorî Moskowê, çek û alavên leşkerî diguhêzin.
Wezareta Parastinê ya Rûsya piştrast kir ku operasyonên wê binesaziya leşkerî ya Ukraynayê, di nav de kompleksên leşkerî-pîşesaziyê, navendên biryardanê, bender û tesîsên ku ji bo armancên leşkerî têne bikar anîn hedef digirin. Wê îdia kir ku ev êrîş bersiva êrîşên Ukraynayê yên li dijî ax û binesaziya Rûsyayê ne.









