Home / NÛÇE / Piştî nakokiyeke malbatî li gundewarê Dêra Zorê, xortekî bavê xwe kuşt

Piştî nakokiyeke malbatî li gundewarê Dêra Zorê, xortekî bavê xwe kuşt

Li herêma Şê’itat a rojhilatê Dêra Zorê kuştineke neyê aqila qewimî, xortekî bavê xwe piştî nakokiyeke malbatî ku di nav mala wan de derketibû kuşt.

Medya herêmî ragihand ku nakokiya malbatî ya di navbera bav û kur de ji nişkê ve veguheriye êrîşeke rasterast ku bûye sedema mirina bav.

Ev yek hejmara qurbaniyên kiryarên sûc û kuştinan tenê li Dêra Zorê ji destpêka sala 2026an ve digihîne 27 kesan, di nav wan de jinek û zarokek jî hene.

Di hefteyên dawî de, çend bûyerên bi vî rengî li deverên rojhilatê Dêra Zorê hatine tomar kirin, di nav de pevçûnên eşîrî li bajarokê Xeşam ku tê de çekên navîn û RPG hebûn, ku di encamê de mirin û birîndarî çêbûn.