Home / NÛÇE / Li Şamê hevdîtinên ewlehiyê li ser entegrekirina endamên Asayîşê yên ku vegerîne Efrînê

Li Şamê hevdîtinên ewlehiyê li ser entegrekirina endamên Asayîşê yên ku vegerîne Efrînê

Ronahi TV, ji çavkaniyek taybet, ragihand ku Tuggeneral Mehmûd Xelîl “Siyamend Efrîn”, Cîgirê Fermandarê Ewlekariya Navxweyî li parêzgeha Hesekê, serdana Şamê kiriye û bi rayedarên Wezareta Navxweyî ya Hikûmeta Veguhêz ya Sûriyê re hevdîtin pêk aniye. Di hevdîtinan de gelek mijarên ewlehiyê hatine nîqaşkirin.

Li gorî kanalê, beşek ji hevdîtinan li ser entegrekirina endamên Hêzên Ewlekariya Navxweyî (Asayîş) ên ji Efrîn ku vegeriyane herêmê di nav Hêzên Ewlekariya Navxweyî yên Efrîn de bû.

Ronahi rave kir ku ev nîqaş di çarçoveya rêkeftinên ewlehiyê yên têkildarî vegera niştecihên Efrîn û afirandina şert û mercên pêwîst ji bo entegrekirina wan di nav saziyên ewlehiyê de ye. Di hevdîtinê de çend mijarên din ên ewlehiyê jî hatin nîqaşkirin.