Husên Ayriq, endamê Wezareta Parastinê ya Sûriyê, duh piştî ku ji aliyê çekdarên nenas ve li ser motorsîkletê li gundewarê bakurê Laziqiyê hate gulebarankirin, hate kuştin.
Medya herêmî ragihand ku êrîş li ser rêya ku Sêgoşeya Şebtaliyê, Qesr û gundê Selîb el-Turkman bi hev ve girêdide, pêk hatiye, li wir zilamên rûpoş bi guleyên rasterast Ayriqhedef girtine, di encamê de serê wî bi giranî birîndar bûye.
Wan zêde kir ku Ayriq tavilê ji bo dermankirinê bo nexweşxaneyê hatiye veguhastin, lê ew ji ber birînên xwe mir. Sedemên kuştinê û nasnameya sûcdaran hîn jî nayên zanîn.
Ayriq ji herêma Cebel el-Turkman li gundewarê Laziqiyê bû û li Wezareta Parastinê ya Sûriyê xizmet dikir.
Hêjayî gotinê ye ku di van demên dawî de çend bûyerên gulebaran û operasyonên hedefgirtinê yên ji aliyê kesên nenas ve hatine tomar kirin, di nav wan de birîndarbûna du xortan ji aliyê çekdaran ve li nêzî çerxerêya El-Ezherî li bajarê Laziqiyê, ji bilî kampanyayên ewlehiyê û belavkirina hêzên ewlehiyê ya berfireh li hejmarek deverên beravê.









