Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê ragihand ku Washington ji raporên derbarê êrîşên li ser malbatên Kurd ên vegeriyayî yên Girê Spî agahdar e û bang li hikûmeta Sûriyeyê kir ku encamderên tundûtîjiyê berpirsiyar bike.Berdevk diyar kir ku koçberên ku ji ber şer ji warên xwe dûr ketine, divê bê tirsandin û tundûtîjiyê vegerin mal û milkên xwe. Herwiha, Amerîka piştgiriya Sûriyeyeke yekgirtî dike ku tê de Kurd û hemû pêkhateyên din xwedî mafên wekhev bin.Di 26’ê Cotmeha 2026’an de, dehan malbatên Kurd vegeriyan Girê Spî da ku belgeyên xwedîtiya erd û milkên xwe pêşkêş bikin, lê , hin ji wan rastî êrîşan hatin û otomobîlên wan zirar dîtin.
Amerîka êrîşên li ser malbatên vegeriyayî yên Girê Spî şermezar kir








