Home / NÛÇE / Du hewldanên êrîşkirina ser Taxa Şêx Meqsûd di bin topbarana berdewam de hatin têkbirin

Du hewldanên êrîşkirina ser Taxa Şêx Meqsûd di bin topbarana berdewam de hatin têkbirin

Îro piştî nîvro, komên çete yên girêdayî komên El-Emşat, El-Hemzat û Nûredîn Zenkî, li gel komên alîgirên Hikûmeta Veguhêz ya Sûriyê, ji herêma Wadî Zeytûn, bi piştgiriya tank û çekên giran, hewl dan du caran êrîşî Taxa Şêx Meqsûd bikin.

Çavkaniyên herêmî ragihandin ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn êrîş paşve kişandin û her du hewldan jî têk birin, komên êrîşkar neçar kirin ku paşve vekişin.

Di heman demê de, taxa Şêx Meqsûd bi berdewamî rastî topbaranê tê, ku êşa sivîlan zêde dike û aloziyên li herêmê zêde dike.

Tagged: