Şevek berê, di encama pevçûnekê di navbera du malbatan de li gundê Keşme «Şamiyê», li gundewarên rojhilatê Dêrezorê, ciwanek hat kuştin û du kes jî birîndar bûn. Piştî ku nakokî mezin bû, pevçûn gihîşt şerê çekdarî û bikaranîna çekan.
Heta niha sedemên nakokiyê nehatine zelalkirin û herwiha hejmareke dawî ya birîndaran jî nehatiye ragihandin.
Ev bûyer di demekê de tê ku di meha Îlonê ya îsal de li Dêrezorê pevçûnên malbatî û eşîrî dubare dibin. Di 19ê Îlonê de, du ciwanên ku pismam bûn di encama pevçûneke malbatî li bajaroka Hetleyê bi derbên kêrê birîndar bûn. Di 20ê Îlonê de jî li bajaroka Zerê pevçûnên çekdarî di navbera pismaman de ji ber nakokî û tolhildana eşîrî ya kevn derketin, ku tê de çekên otomatik û topên «RPG» hatin bikaranîn.
Di 22ê Îlonê de, ciwanek di encama şer û pevçûna di navbera du malbatan de li gundê Cufreyê, li gundewarên rojhilatê Dêrezorê, hat kuştin, piştî ku nakokî gihîşt bikaranîna çekan.
Herwiha di 6ê Îlonê de li gundê Rezê pevçûnên eşîrî yên çekdarî qewimîn û di wan de topbaran jî hat kirin. Di encamê de hejmarek ji malan şewitîn, di heman demê de hêzên ewlehiyê di rewşa amadeyiyê de bûn û welatiyan bang li rawestandina şerê kirin.
Li gorî amarên Observatoriya Sûriyeyê ji bo Mafên Mirovan, ji destpêka îsal ve hejmara pevçûnên malbatî û eşîrî li deverên di bin kontrola Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê de gihîştiye 124 pevçûnan. Di encama van pevçûnan de 112 kes hatine kuştin û 218 kes jî birîndar bûne.
Li Dêrezorê bi tenê 37 pevçûn hatine tomarkirin, ku di encamê de 20 mêr hatine kuştin û 36 kes birîndar bûne; di nav birîndaran de 34 mêr û du jin hene.









