Li bajarê Hesekê, niştecih û xwendekaran careke din daxwaza nasandina destûrî ya zimanê Kurdî û misogerandina mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê nû kirin. Wan diyar kir ku perwerdehiya bi zimanê dayikê mafek bingehîn e û divê di pergala perwerdehiya Sûriyê de were parastin.
Endamê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), Şêxmûş Qenco, derengxistina Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê di mijara mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê de rexne kir.
Her wiha, niştecih û xwendekaran bang li desthilatdarên Sûriyê kirin ku zimanê Kurdî di makezagona welêt de bi awayekî fermî nas bikin û mafê perwerdehiya bi vî zimanî misoger bikin.









