Home / NÛÇE / Çekdaran li Helebê du zarok ji malbateke Kurd revandin û 100,000 dolar fîdyeyê dixwazin

Çekdaran li Helebê du zarok ji malbateke Kurd revandin û 100,000 dolar fîdyeyê dixwazin

Li gorî çavkaniyên herêmî, komeke çekdaran di 9ê vê mehê de li herêma Çerxerêya El Mût malbateke Kurd  ji çar kesan pêk dihat, ku jinek, du zarokên wê û xwişka wê jî di nav de bûn, li Helebê revandin.

Malbat bi  xwe ji Kobaniyê ne. Revkaran paşê dayik û xwişka wê berdan, lê her du zarok dîl girtin û çarenûsa wan hîn jî nayê zanîn.

Çavkaniyan ragihandin ku revkaran bi malbata zarokan re têkilî danîne û ji bo berdana wan 100,000 dolar fîdyeyê xwestine.

Malbatê her wiha tomarên vîdyoyê û klîpên ku nîşan didin zarok rastî îşkence û muameleya xerab tên wergirtin, da ku zextê li wan bikin ku daxwazên revkaran bicîh bînin.

Ji ber ku her du zarok hîn jî girtî ne, malbata wan bang li rayedarên peywendîdar û rêxistinên mafên mirovan kir ku bi lez mudaxele bikin da ku çarenûsa wan eşkere bikin, ji bo azadkirina wan bixebitin û kesên ku di revandinê de beşdar in hesab bidin.