Home / POLÎTÎKA / Leyla Qere Man: Pêwîste bi hev re ber bi bidawîkirina tundiyê û avakirina Sûriyeya pêşerojê ve biçin

Leyla Qere Man: Pêwîste bi hev re ber bi bidawîkirina tundiyê û avakirina Sûriyeya pêşerojê ve biçin

Hevseroka Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD), Leyla Qere Man, diyar kir ku tundûtûjiya li dijî jinên Sûriyeyê, di aliyên laşî, derûnî û siyasî de, encama pergala cudakariyê ya kûr û nebûna wekheviyê ye.

Qere Man hişyarî da ku dûrxistina jinan ji navendên biryardayînê û bêparhiştina wan ji ewlehiya aborî, dibe sedema kûrtirkirina paşguhkirina wan û lawazkirina derfetên avakirina Sûriyeyeke pirreng.

Wê tekez kir ku ji bo avakirina pêşerojeke hevpar, pêwîste jin di hemû qonaxên biryardayînê de cihê xwe bigirin û wek hevparên bingehîn di diyarkirina pêşeroja welat de werin dîtin.

Her wiha, Qere Man bang li avakirina planeke neteweyî ya berfireh kir ku li ser bingeha dadmendiya veguhêz were avakirin, mafên jinên rastî tundiyê hatine biparêze û rê li ber beşdariya wan a çalak di avakirina Sûriyeya pêşerojê de veke.