Home / Uncategorized / Rewşa hewayê li herêmên Kurdistanê

Rewşa hewayê li herêmên Kurdistanê

Îro Sêşem, 24ê Mijdarê, li gelek deverên Kurdistanê hewa dê di navbera nîv-ecwrî û ewrî de be. Li herêmên Rojava, germahiya hewayê dê di navbera 18 û 21 pileyan de be û îhtîmala baranê kêm e.

Li Başûrê Kurdistanê jî hewa dê bi giştî nerm û hinekî ewrî be, lê li hin deverên çiyayî îhtîmala baraneke sivik heye.

Di saetên êvarê û şevê de jî dê germahiya hewayê dakeve.Bi giştî, îro hewa li piraniya deverên Kurdistanê nerm e û baran li gelek herêman nayê pêşbînîkirin.