Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) di daxuyaniyeke ku îro weşand de, nerazîbûna xwe ji bikaranîna bombeyên gazê li Zanîngeha Rojava ya li Qamişloyê anî ziman û daxwaza destpêkirina diyalogê di navbera Wezareta Xwendina Bilind, rêveberiya zanîngehê û xwendekaran de kir.MSD’ê diyar kir ku rûdanên li zanîngehê û xwepêşandanên xwendekaran ji nêz ve dişopîne. Di daxuyaniyê de Zanîngeha Rojava wekî ezmûneyeke akademîk a di şert û mercên taybet de hatiye avakirin hate destnîşankirin, ku di van salan de derfetên xwendina bilind ji bo bi hezaran xwendekaran peyda kiriye.MSD’ê her wiha bal kişand ser girîngiya nirxandina vê ezmûnê di çarçoveya pergala xwendina bilind a Sûriyeyê de û parastina mafê perwerdehiyê bi zimanê Kurdî, wekî beşek ji pirrengiya zimanî û çandî ya civaka Sûriyeyê.Di daxuyaniyê de gelek daxwaz hatin pêşxistin, di nav de destpêkirina diyalogeke di navbera Wezareta Xwendina Bilind, rêveberiya zanîngehê, mamosteyan û xwendekaran de; garantîkirina berdewamiya fakulte û pisporiyan; û naskirina akademîk a bawername û sertîfîkayên xwendekaran.Her wiha MSD’ê daxwaz kir ku mafên xwendekaran, serxwebûna xebata akademîk û mafên zimanî bên parastin û nakokiyên derbarê zanîngehê de bi diyalog û lihevkirinê bên çareserkirin.
MSD daxwaza diyalogê û garantîkirina pêşeroja Zanîngeha Rojava kir









