Biryarên nû yên derbarê bihayên sotemeniyê li Sûriyê de nerazîbûna gelê zêde kirin. Her çend di bihayê mazota cureya yekem de daxistin hatiye kirin jî, lê ev daxistin mazota germkirinê û sotemeniyên din negirtiye, di demekê de ku bi nêzîkbûna zivistanê re hewcedariya malbatan bi sotemeniyê zêde dibe.Li gorî bultena nû ya Komîteya Daîmî ya Diyarkirina Bihayên Madeyên Petrolê û Çavkaniyên Mîneralî, bihayê mazota cureya yekem ji 175 lîreyên Sûriyê yên nû daketiye 150 lîreyî, ango 25 lîre kêm bûye. Lê bihayên benzînê, gaza malê û ya pîşesaziyê, her wiha mazota taybet ji bo germkirinê, bê guhertin mane.Li gorî bihayên nû, ku ji nîvê şeva Şemî heta Yekşemê, 15ê Mijdara 2026an, ketin meriyetê, bihayê benzîna 95 gihîştiye 195 lîreyî, benzîna 90 jî 185 lîreyî, mazota cureya yekem 150 lîreyî, gaza malê 1,600 lîreyî û gaza pîşesaziyê 2,560 lîreyên Sûriyê yên nû hatiye diyarkirin.Di heman demê de, bihayê mazota germkirinê 11,500 lîreyên Sûriyê yên nû ji bo her lîtrekê maye. Ev rewş barê aborî yê malbatên li Rojava girantir dike, bi taybetî di şert û mercên ku hêza kirîna gel kêm bûye û lêçûnên jiyanê zêde bûne de.Ji ber biha buhane û zehmetiya peydakirinê, hin malbat neçar dimînin ku ji bo germkirinê biçe ser alternatîfên wekî dar, pelûzên zeytûnê û bermayiyên din, di heman demê de hin malbat jî tevî bihayên bilind neçar in mazotê bikirin. Bikaranîna van alternatîfan jî carinan lêçûnên din, wekî kirîna sobeyên taybet, li ser milê malbatan zêde dike.Berî ragihandina bihayên nû, belavbûna nûçeyên derbarê îhtîmala daxistina bihayên sotemeniyê de hêviyên gel zêde kiribû. Lê belavbûna biryarê nîşan da ku daxistin tenê mazota cureya yekem girtiye û pirsgirêka sereke ya malbatan a dabînkirina mazota germkirinê bê çareserî maye.Di vê çarçoveyê de, gel daxwaza ji nû ve nirxandina bihayê mazota germkirinê dike, da ku ev bihay li gorî rewşa aborî ya malbatan were sererastkirin û barê lêçûnên zivistanê siviktir bibe. Ji bo gelek malbatên Rojava, peydakirina sotemeniyê êdî tenê pirsgirêka bihayê nîne, lê bûye yek ji zehmetiyên sereke yên dabînkirina pêdiviyên bingehîn ên jiyanê.
Bihayên sotemeniyê barê jiyana gelê Rojava girantir dikin









