Home / NÛÇE / Li Kobanê de fonên mamosteyan ên çar heyvan wê heta 20’ê Mijdarê bên dayîn

Li Kobanê de fonên mamosteyan ên çar heyvan wê heta 20’ê Mijdarê bên dayîn

Piştî ku mamosteyên bajarê Kobanê duh li ber avahiya Rêveberiya Herêma Kobanê ji bo daxwazkirina fonên xwe xwepêşandan kirin, îro civînek di navbera Rêveberiya Herêmê û şandeyek ji mamosteyan de pêk hat.Di civînê de mijara fonên mamosteyan hate nîqaşkirin û li gorî biryara ku di civînê de hate girtin, dê heta 20’ê Mijdarê fonên mamosteyan ên çar heyvên borî bên dayîn.