Home / NÛÇE / Endamekî Wezareta Parastina Sûriyê li Minbicê ji aliyê êrîşkarên nenas ve hate kuştin

Endamekî Wezareta Parastina Sûriyê li Minbicê ji aliyê êrîşkarên nenas ve hate kuştin

Endamê Wezareta Parastina Sûriyê li bajarê Minbicê, li gundewarê Helebê, bi guleyên sîqustê hate kuştin.

Li gorî çavkaniyan, leşkerê bi navê Husam Ehmed el-Salih el-Hecî, dema ku li xaleke leşkerî ya kontrolê li Minbicê nobedariyê dikir, hate kuştin.

Ev duyemîn kuştina di rojekê de ye, piştî kuştina leşkerekî din li bajarokê El-Ra’î, li gundewarê Helebê.